2 May 2026 - 17:56
Source: kmr.abna24.com
Îmamê Roja Înê yê Bexdayê ragihand: Daxuyaniya Rêberê Înqilabê, li ser paşeroja herêmê çarenûsnas û biryarder e.

Ayetullah Seyîd Yasîn Mûsawî, Îmamê Înê yê Bexdayê û yek ji mamosteyên Hevza Îlmiyê ya Necefê, di Xutbeyên nimêja Înê de bi pesindana daxuyaniya Rêberê Şoreşa Îslamî re, tekîd kirin ku ev daxuyanî wêdetir ji mijarên herêmî, xwedî peyamên stratejîk e li ser pêşeroja nîzama cîhanî.

Li gor rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beyt (s.x) – ABNA – Ayetullah Seyîd Yasîn Mûsawî, Îmamê Înî yê Bexdayê û yek ji mamosteyên payebilind ên Hevza Îlmiyê ya Necefa Eşref, di Xutbeya siyasî ya nimêja Înê de, guherînên siyasî yên Iraq û herêmê nirxand û bi îşaretekê li ser pêvajoya hilbijartina Serokwezîrê nû yê Iraqê, guherînên navneteweyî û rewşa herêmê, analîzeke rexneyî li ser şert û mercên heyî pêşkêş kir.

Wî bi îşareta hilbijartina namzetê serokwezîriya Iraqê û ji aliyê serokkomar ve erkdarkirina wî ji bo avakirina kabîneyê, got ev mijar di rojên dawî de di medya û torên civakî de berbelaviyeke mezin pêk aniye û pêleke nerazîbûn, rexne û tawanbarkirinê li dijî namzetê nasandî hatiye derxistin; tawanên wekî di lîsteya cezayên Amerîkayê de bûn û têkiliya wî bi hin dosyeyên aborî re.

Îmamê Înî yê Bexdayê di berdewamiyê de bi îşareta tiştê ku wî wekî "nakokî di helwestên Amerîkayê" de bi nav kir, wê gotarê bi vê zayendî xurtir kir û wiha anî ziman: "Berevajî van dînamîkên ku hatine afirandin, Balyozxaneya Amerîkayê ji namzetê serokwezîriyê re pîrozbahî kir û Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê jî di têkiliyekî têlefonî de bi wî re, digel ragihandina piştevaniyê, wî ji bo rêwîtiya Waşingtonê piştî avakirina hikûmetê vexwend."

Ayetullah Mûsawî vê tevgerê wekî nîşana "bêîstîqrarî û lerizîna siyaseta Amerîkayê" bi nav kir û got: "Tevgera Trump bi awayekî ye ku dibe ku kesekî di demekî kurt de ceza bike û paşê jî piştevaniya wî bike."

Wî di heman demê de tekiþand ku li ser rast an çewtiya tawanên ku li dijî serokwezîrê nû yê Iraqê têne derxistin, dadgeriyeke qethî tune û xwest ji lez û bezê di dadgeriyan de dûr bê girtin. Wî bi îstinada li ser destûreke şer'î ya li ser pêwîstiya bihîştina axaftinên her du aliyan berî derxistina biryarê, ragihand ku di nirxandina karakterê namzetê serokwezîriyê de, helwesteke bêalî heye.

Îmamê Înî yê Bexdayê bi vegotina ku "pirsgirêka sereke ne şexsê namzet, lê rêbaza hilbijartina wî ye", eşkere kir: "Pêwîste bê lêkolîn ka gelo pîvanên pêwîst ji bo girtina vê berpirsiyariyê tê de hene yan na; bi taybetî ku gelek ji pêşbaziyan ji bo bidestxistina vê postê, bi motîvên kesane pêk tên."

Wî da zanîn: "Hin ji kesên ku ji bo vê cihê pêşbaziyê dikin, tewra şiyana birêvebirina wezaretekê jî nîn e, bila çi bigihîje birêvebirina hikûmetê."

Ayetullah Mûsawî herwiha bi îşareta paşeroja aborî ya namzetê nasandî got: "Paşeroja wî bi giranî li qada bazirganiyê ye û paşerojeke nasandî li qada rêveberiya siyasî yan jî cîbicîkar tune ye."

Wî pirsiyar kir: "Ma bazirganek, her çiqas paqij û serkeftî be jî, dikare di şert û mercên tevlihev ên navneteweyî de, welatekî rêve bibe?"

Wî hişyarî da: "Hilbijartina rûyekî ku tecrûbeya siyasî tune, dikare zeviyê ji bo belavbûn û rêvebirina hikûmetê ji aliyê carikên hêzê yên li hundir û derveyê Iraqê ve amade bike û tecrûbeyên borî jî encamên nexwestî yên vê pêvajoyê nîşan daye."

Ayetullah Mûsawî di beşeke din ê axaftinên xwe de, ji çêbûna "nêrîna esaretnas" di nav hin siyasetmedarên Iraqî re rexne kir û diyar kir: "Gelek ji van kesan ji çînên sade yên civakê hilhatine, lê piştî gihiştina hêzê, ketine nav nêrîna çînî ya li ser esasê dewlemendî û bandorê."

Wî bi tekid kirin ku "feqîrî, kêmasiyek nîne lê carinan dibe sedema serbilindiyê", da zanîn: "Pirsgirêka sereke ew demê dest pê dike ku berpirsên ji rastiyên civakî û pirsgirêkên gel dûr bikevin."

Wî herwiha eşkere kir: "Hikûmkirina bazirganan li ser miletan, di gelek tecrûbeyên cîhanî de, bûye sedema gendelî û xerabûnê."

Îmamê Înî yê Bexdayê bi rexnekirina kêmbaldayîna berpirsan ji pirsgirêkên çînên bêpare, destnîşan kir: "Hin birêveberan tewra nasiyîna rast a rewşa navçeyên feqîr jî nîne û ev pirsgirêk bûye sedema ku ew ji daxwazên rast yên gel dûr bikevin."

Wî di berdewamiyê de xwest ku bi pêşwaziya pêvajoyên siyasî re bi awayekî hayjixweheval û dûr ji heyecanê re bê muamele kirin û tekiþand: "Rexnekirina performansê divê mentiqî, zanistî û aram be, ne li ser bazdana heqaret û wêrankirinê be."

Ayetullah Mûsawî herwiha pergala siyasî ya li ser bingeha kotayavêtina partiyê li Iraqê wekî faktoreke tevliheviya pêvajoya avakirina hikûmetê bi nav kir û got: "Dabeşkirina wezaretan di navbera carikên siyasî de, desthilata biryara serbixwe ji serokwezîrê radike, lê di heman demê de gel dikare bi hayjixwehebûn û daxwazê, di sererastkirina rêçê de rol bilîze."

Wî di beşeke din ê hutbeyan de bi îşareta guherînên herêmî û zêdebûna tansiyonên navneteweyî bi taybetî li herêmê û Tengava Hirmizê de, hişyarî da: "Cîhan li ber guherînên mezin ketiye ku dikare aboriya cîhanî bandor bike."

Ayetullah Seyîd Yasîn Mûsawî, Îmamê Înî yê Bexdayê, bi pesindana daxuyaniya Rêberê Şoreşa Îslamî, Hazretê Ayetullah Seyyid Mûçteba Xamene'î, tekiþand: "Ev daxuyanî wêdetir ji mijarên herêmî, xwedî peyamên stratejîk e li ser pêşeroja nîzama cîhanî; bi taybetî ku aboriya cîhanî girêdayî deriyên jîndar ên mîna Tengava Hirmizê ye."

Wî da zanîn: "Her tansiyonek an girtina van deriyan, dê aboriya cîhanî bike ber rûxanê." Wî tevgerên leşkerî û guhastina hêzan li herêmê wekî nîşana guherîna eşkere ya hevsengiya hêzê û destpêkirina qonaxeke nû ya ji nû ve sazkirina nîzama herêmî û cîhanî bi nav kir.

Vê mamosteyê Hevza Îlmiyê ya Necefê eşkere kir: "Daxuyaniya Rêberê Şoreşê, digel tekiþandina serweriya Îranê li ser Tengava Hirmizê, îhtîmala vekirina rêyên deryayî ji bo hemû welatan piştî avakirina hevsengiyeke nû û derxistina hêzên biyanî jî derxistiye holê."

Wî van helwestan wekî nîşana asteke bilind ya baweriya bi xwe û plansaziya stratejîk bi nav kir û li hember vê yekê, ji qelsbûna nêrîna hin rêberên siyasî yên herêmê rexne kir û got: "Dibe ku herêm di serdema pêş de şahidî guherînên bingehîn ên nexşeya siyasî ya xwe be."

Îmamê Înî yê Bexdayê tekiþand ku: "Çareseriya pirsgirêkan tenê di şopandina pêşbaziyên siyasî yên taybetan de nayê girtin, lê di çêbûna miletê hayjixweheval, bihêz û xwediyê îradeya serbixwe de veşartî ye."

Wî bi derxistina vê pirsê ku "çi tişt bûye asteng ku Iraq bibe hêzeke mezin?" got: "Iraq xwedî şiyanên mirovî û aborî yên pir e û pêwîste van şiyanan ji bo avakirina pêşerojeke çêtir, wekî hin welatên serkeftî yên herêmê, bikar bîne."

Ayetullah Mûsawî di dawiyê de destnîşan kir: "Guherîna rastîn bi hayjixwehebûn û îradeya milletan dest pê dike, ne tenê bi pêşbazî û nakokiya siyasetmedaran."

..............................

Dawiya peyam /

Etîket:
Îran
Bexda
Hazretê Rêberê Bilind
Berxwedan
Necefa Eşref
Amerîka

Your Comment

You are replying to: .
captcha